Pages

Ads 468x60px

12 Oct 2021

🔺ئەردۆغان دووبارە دەیهەوێت ئۆپەراسیۆن بۆ سەر ڕۆژئاوای کوردستان ئەنجام بداتەوە ‏Erdogan careke din gefa operasyonê li dijî rojavayê Kurdistanê dixwe

 


🔺ئەردۆغان دووبارە دەیهەوێت ئۆپەراسیۆن بۆ سەر ڕۆژئاوای کوردستان ئەنجام بداتەوە

‏Erdogan careke din gefa operasyonê li dijî rojavayê Kurdistanê dixwe

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, “Çi sebra me beramber êrîşên ji Suriyeyê ber bi welatê me ve ne nemaye. Em li ser jinavbirina gefan rijdin û dê di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêjin.”




Erdogan piştî civîna kabîneya xwe derket pêş kamerayan û berdewamiyê da gefên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê û sînyala operasyoneke nû da. 



Erdoganî got, “Sebra me beramber êrîşa li dijî polîsên me ya li Herêma Mertala Firatê û êrîşên ku xaka me armanc dikin, nemaye.”



Erdoganî amaje bi operasyoneke nû ya li dijî rojavayê Kurdistanê kir û got, “Li Suriyeyê hin cih hene ku kaniya êrîşên terorî yên ber bi welatê me ve ne û sebra me beramberî vê nemaye. Gefên ku ji van cihan derdikevin, an em dê bi hêzên desthilatdar ên wê navçeyê an jî bi derfetên xwe jinav bibin. Ji bo çareserkirina vê pirsê di zûtirîn dem de em dê gavên pêwîst biavêjin.”



Roja Yekşemê di encama êrîeşeke mûşekî de li Suriyeyê 2 polîsên Tirkieyê hatibûn kuştin û 2 polîs jî birîndar bûbûn.


Herwiha îro 5 topên hewayî ku ji Suriyeyê hatibûn avêtin li bajarê Dîlokê ket.

No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates