Pages

Ads 468x60px

4 Aug 2013

Li Almanya ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava meş


Li Almanya ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava meş.

HANOVERA/BERLÎN–Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li Hanovera Almanya ji bo şermezar kirina êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên li dijî Rojavayê Kurdistan meşeke mezin lidar xist. Bi heman armancê rêxistina PYD’ê ya Berlînê dê sibe li ber wezareta karê derva ya Almanya mîtingekê lidar bixe.


PYD’ê li bajarê Hanovera Almanyayê ji bo şermezar kirina êrîşên çekdarên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nusra li dijî Rojavayê Kurdistanê meşek lidar xist. Zêdeyî 1000 kes tevlî meşa şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava bûn. Di dawiya meşê de mitîng hate lidarxistin û êrîşên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Di mitîngê de berendamê Şaredariya Hanover ê Partiya Keskan axaftinek kir û êrîşên komên çete şermezarkir û piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan da. Piştre helbestvanê Kurd Hekîm Sefkan axaftinek kir û berxwedana şervanên YPG’ê li dijî komên çete silav kir.
Di berdewama mitîngê de nûnerê PYD’ê yê Almanya Xebat Şakir axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên li Til Eran û Til Hasil û got: ‘‘Bila çete baş bizanin ku Kurd hemû YPG û yekin û berxwedana YPG’ê silav kir.’’
Mitîng bi axaftina Serokê Encûmena Niştimanî Celal Resûl dom kir. Resûl di axaftina xwe de siyasetmedar û tekoşer Îsa Hiso bi bîranî. Li ser navê Komîteya Amadekar a mitîngê Tariq Deqûrî spasiya hemû beşdaran kir. Mitîng bi stranên hunermendên Kurd Narîn Şêxê ,Sîpan Hesko û Rêwî bi dawî bû.

Bi heman armancê  rêxistina PYD’ê ya Almanya sibe mitîngekê li ber Wezareta Karê Derve ya Almanyayê dê lidar bixe. PYD’ê bang li hemû Kurdistaniyan kir da ku tevlî mitîngê bibin.

Dema Mitîngê duşem |05.08.2013 |saet 12:00-14:00 | Werderscher Markt 1, 10117 Berlin

Cih: Wezarta Karê Derve ya Almanyayê
(ie/aa)

No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates