Pages

Ads 468x60px

4 Aug 2013

Serokê Meclisa Til Eran: Ji bo kuştina ‘kafiran’ hatibûn



Serokê Meclisa Til Eran: Ji bo kuştina ‘kafiran’ hatibûn.


EFRÎN- Serokê Meclisa Gel a bajarên Til Hasil û Til Eranê Cûma Kalo komkujiya li Til Eran û Til Halis bi hemû aliyê reva kir. Kalo dazanîn ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra bê mebest ji nişkê ve êrîşî mirov, mal û namûsa Kurdan kirine û komkujiyê pêkanîne.


Serokê Meclisa Gel a bajarên Til Hasil û Til Eranê Cuma Kalo di derbrê êrîşa komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra ya li ser bajarê Til Eranê de axivî û rastiya  komkujiyê ravekirin. Kalo got  ew û çend kesên din roja sêşemê li Mala Gel bûne bê mebest ji nişkave komên çeteyan êrîşî bajêr kirine û di navbera wan û şervanên Eniya Kurdan de pevçûn çêbûn û êrîş ta derengî şevê dewam kirin.
“Ji bo kuştina Kafiran û talankirina mal û namûsê hatibûn”
Kalo dest nîşan kisr ku piştî berxwedana şervanên Eniya Kurdan li dijî çeteyên El-Nusra, komên dibin banê wan çeteyan di mizgeftan de bang li welatiyan kirin ku ji gund derkevin yan na ew ê wan bikujin.
Hinek kesên gund bi alîkariya şervanên Eniya Kurdan jin û zarok jin gund desrxistin. Roja çarşemê komên çeteyan careke din di mizgeftan de bang kirin û vê carê kuştina Kurdan û her kesê bi çek helal kirin, digotin ew jibo kuştina “Kafiran” hatine û her kesê çek hilgiri be wê bê kuştin, yên ku çekên xwe deynin wê di dadgehên Şerîetê de bêne dadgeh kirin.
“Me yekî Kafir Kuşt”
Kalo her wiha diyar kir ku hinek gundiyan malên xwe bernedan û li kêleka Eniya Kurdan li dijî komên çeteyan şer kirin. Yek ji van gundiyan Hacî Adil bû, Hacî Adil cîgirê Serokê Meclisa Gel e, birîndar bû û ta nefesa xwe ya dawiyê liberxwe da û şer kir. Şahidekî bûyerê  derbarê bexwedana Hacî Adil de ev tişti gotin “Hecî Adil di şer de birîndar bû, lê wî xwe paşde nekişand, wî dixwest rê bide jin û zarokan ku karibin ji gund birevin, piştî ku jiyana xwe dest da, çeteyan serê wî jêkirin û li kolanan gerandin û digotin ‘me kafirek kuşt’. "
“Bi navê Îslamê gelê Kurd dikujin”
Cuma Kalo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku komên çeteyan bi hênceta ku Kurd xwe li  li Til Eranê rêxistin dikin êrîş pêkanîne, êrîşê xwe disipartin rêxist bûna gelê Kurd. Kalo diyar kir ku “Komên çeteyan dûrî ehlaqê civakê tevdigerên û hemû sînorê civakî, çandî û ehlaqî binpê dikin.  Ev komên ji hemû nirxên mirovatî dûrin, bi navê islamê kuştina Kurdan helal dikin û komkujina anîn. Gelê kurd li herêma Til Eranê bi salan bi gelên din ên herêmê re dijî û tu caran zirar li kesî nekirine.”
“Seriyan jêdikin û namûsa Kurdan helal dikin”
Kalo axaftina xwe wiha dewam kir  “Endamên koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam jin jî girtin û işkence li wan kirin, cilên wan qetan din, malbatên hin şervanan girtin û namûsa jinan hedir kirin û malên wan şewitan din, yên birîndar jî serjêdikirin."
“Gel bi komkujiyan rû bi rû ye”
Di derbarê rewşa mirovan ya Til Eranê de Kalo diyar kir ku liwir rewşeke aloz heye. Piraniya malbatan li çolê di bin konan de dijîn û komên çeteyan nahêlin ku  em bighêjin cihê ewle. , Kalo wiha dewam kir “Endamên komên çeteyan êrîşî konan dikin û li endamên Eniya Kurdan digerin, îşkence li gel dikin û gelek kesan jî direvînin.”
“Ma rejîm li Til Eranê ye”
Kalo di dewama axaftina xwe de ev pirs vegot “Gelo ev kom bi rastî li dijî rejîmê ne?”
Kalo “Di navbera me û hêzên rejîmê de 4 km hene û di navbera baregehên komên çekdar û rejîmê de tenê 2 km hene, çima naçin şerê rejîmê nakin û têne şerê Kurdan dikin? Bi hezaran şervanên ku Meclisa leşkerî piştgirya wan dike eger êrîşî balefirgeha Nêrebê bikiribana nniha rizgar kirbûna.  Lê wan koman ji 6 mehan û vire guleyek jî li dijî rejîmê neteqandine."
Banga yekîtiyê
Kalo bang li gelê Kurd yên hemû herêmên Kurdî kir ku li dijî komkujiyan bideng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî “Jiber em li Til Eranê ne yek bûn çeteyên Îslamî em têkbirin û bajarê me dagîr kirin. Em bang li Kurdên li herêmên din ên Rojava dikin ku bibin yek da ku komkujiya li Til Eran û Til Hasilê çêbûyî dubara nebe."

(kn/ak)

No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates