Pages

Ads 468x60px

19 Sept 2013

هەوالەکانی رۆژئاوائی خۆشەویست بە ویدئۆ سەیر بکەن کە شەر و پیکدادانە کان لە نیۆان شەرفانانی پەیەدە چەتەکانی سەر بە داگیرکەرەکان بردەوامە


هەوالەکانی رۆژئاوائی خۆشەویست بە ویدئۆ سەیر بکەن  کە شەر و پیکدادانە کان لە نیۆان شەرفانانی پەیەدە چەتەکانی سەر بە داگیرکەرەکان بردەوامە

Li gundê Susikê şerê dijwar

 Li dora gundê Susikê yê Til Ebyadê di navbera komên çekdar ên ku êrîşî gund kirin û hêzên YPG’ê de şer derket.


Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, komên çekdar îro saet derdora 05.30’an de êrîşî gundê Susikê yê dikeve rojavayê Til Ebyadê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da êrîşan û şer derket.
Hate ragihandin ku di şerê hîn didome de Tirkiye jî piştgirî daye komên êrîşkar. Hate gotin ku kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûne, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Her wiha hate ragihandin ji ber topên hawanê yên ku êrîşkar di avêjin, li gund ziyana madî çêbûye.
Duh êvarê jî li derdora gundê Susikê di encama pevçûnê de 3 endamên komên çekdar hatibûn kuştin. Dîsa duh êvarê di pevçûna li dora gundê Bîrkino yê girêdayî Til Ebyadê de jî 3 endamên komên çekdar hatine kuştin û 2 wesayîtên wan jî hatin derbkirin.
(ekip/aq)

No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates