Pages

Ads 468x60px

4 Sept 2013

ئەمرۆ سەر لە بێانی رۆژی چوارشەمە بەریز سەرۆک ئەوباما بە سەردانێکی کوتوپر گەیشتە ئەستوکۆهەلم پایتەختی سوید لە گەل بەر پرسانی سوید دا دیداری ئەنجامدا لە سەر زۆر جت قسەیان کرد وەک مافی مرۆڤ کێشەی سوریا رۆژهەڵاتی ناوەراست Barack Obama di seredaneke dîrokî de


ئەمرۆ سەر لە بێانی رۆژی چوارشەمە بەریز سەرۆک ئەوباما بە سەردانێکی کوتوپر گەیشتە ئەستوکۆهەلم پایتەختی سوید لە گەل بەر پرسانی سوید دا دیداری ئەنجامدا لە سەر زۆر جت قسەیان کرد وەک مافی مرۆڤ کێشەی سوریا رۆژهەڵاتی ناوەراست
Lyssna: Seredana Barack Obama li Swêdê

Barack Obama di seredaneke dîrokî de

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama û serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeld pişt nîvro di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanên swêdî û amerîkî dan. Nehênîguhdarîkirinên rêxistina îstixbarî NSA û êrîşeke bi ser Sûriyê ve ciheke fereh girt.




Barack Obama bi taybetî jî ji ber casûsiya NSA ku ji aliyê Edward Snowden ve hatibû aşkerekirin pirs wergirtin. Ajansa nûçeyan ya Swêdî TT dixwestin zanibe çima DYA bi awayeke nehênî guhdariya hikûmetên endamên Yekîtiya Ewrûpayê dike. Bersiva Obama ew bû qanûnên amerîkî bi pêşkeftinên teknîkî re hemgav nîne û got sirf ji ber ku em dikarin taqîbatê bikin divêt em nekin, gereke em taqîbata wan tiştan bikin ku ji bo ewlekariya me ya netewî xeter e. Lê Obama her weha jî got ew agahiyên ku rêxistina îstixbarî NSA berhev dike her weha ew welatên aciz jî bi heman karî radibin û li ser zêde kir û got ew welatên aciz ku herî zêde nerazîbûna xwe tînin ziman di saya agahiyên nehênî ku NSA berhevkirine de karîbûne êrîşên li hemberî welatên xwe berteref bikin.
Obama di mesela êrîşeke bi ser Sûriyê ve jî got ew hêvîdar û bawer e dê Kongreya amerîkî wê piştgiriya ku dixwaze bide wî. Serokê amerîkî got di dest wan de delîlên xurt hene ku rejima Şamê çekên kîmyewî bikar anîye û got bersivdan bikaranîna çekên kîmyewî ne ”xeteke sor” ya min e. Bikaranîna van çekan ji bo sedî 98ê welatên cîhanê xetekî sor e, û her weha ji bo Kongreya amerîkî jî.
Lê serokwezîr Fredrik Reinfeldt di civîna çapemeniyê de got ew dûdiliya Amerîkayê ya li beramberî Sûriyê fam dike, lê binxêz kir ku ”dê ev welatê biçûk (yanî Swêd) her tim hêviya xwe bi Neteweyên Yekbûyî ve girê bide”.
Obama pişt nîvro ji bo bîranîna dîplomatê leheng Raul Wallenberg tevlî merasimeke li sînegoga cûhiyan ya li Stockholmê bû. Vê êvarê jî dê Barack Obama bi tevî serokdewlet û serokwezîrên welatên bakûrê Ewrûpayê li qesra Sagerska ya serokwezîr Reinfeldt xwarina êvarê bixwe.
Îro rojeke dîrokî ye li Swêdê. Bo cara yekem serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bo hevdîtinên dûalî tê Swêdê. Dora saet 10:30 balefira Air Force One ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Barack Obama li balefirgeha Arlandayê daket û ji wê gavê de bernameya wî ya tije li Stockholmê dest pêkir.
Li balefirgeha Arlandayê balyozê amerîkî yê li Swêdê Mark Brzeinski û hevjîna wî Natalia li pêş balefira Air Force One amade bûn bo pêşwazîya Obama. Li gel wan wezîrê karûbarê derve yê Swêdê, Carl Bildt û serokên partiyên hevbendîyê jî amade bûn.
Ji ber vê seredana dîrokî, ji doh polîs bi karê ewleyîyê û girtina herêmên navbajar de rabûye. Hêza bergiriyê li cih amade ye û herweha pêgehên radarê bo parastina hewayî di bajar de hatine danîn. Îro hejmareke mezin ji polîsan di nav bajar de belavkirîne. Ev cara yekem e ku serokek amerîkî ji bo hevdîtinên dûalî tê Swêdê û serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt bi hatina Obama serbilind e:
-Ez di wê baweriyê de me ku hemû welatên cîhanê dixwazin ku serokê Dewletên Yekbûyî bê bibe mêvanê welatê wan. Û ev ne seredaneke çend saetî ye, wekî piranîya seredanên serokên amerîkî, ev seredan nêzîka rojekê dikişîn e. Ev seredaneke baş e bo Swêdê û derfetê dide serokên welatên bakûrî jî ku îro êvarî wî bibînin.
Li gor bîroya rojnameyan ya Nûçeyan, TT dê bernameya Obama li Stockholmê tijî be. Xala yekemîn di bernameya wî de seredana balyozxaneya amerîkî li Djurgården bû, beriya ku bi serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt re rûnê.
Dora saet 14:30 dê Obama li gel Reinfeldt civîneke çapemenî li Rosenbad li dar bixin û piştre dê here seredana kenîşte, ango sînagogaya herî mezin li Stockholmê bo bîranîna dîplomatê leheng yê swêdî, Raul Wallenberg û karê wî bo cihûyan ango yahûdiyan kir di şerê cîhanî yê duyem de. Lena Posner-Körösi, seroka komeleya olî ya cihûyan li Stockholmê dibêje ev seredan destpêkeke xweş e bo sala nû ya yahûdî:
-Ji me re ev seredan ecêb xweş e. Hem ji ber wê ku serokekî amerîkî tê welatê me yê biçûk, Swêd û hem jî ku kenîşteya me dibe yek ji xalên bernameya wî ya tije, rojeke wekî îro ku roja yekem e ji sala nû ya yahûdî.
Di dema serdana xwe de dê Obama bi serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt re li ser peymana bazara serbest ya navbera DYA û Yekîtiya Ewrûpayê de hevdîtinek pêk bîne.
Pirsek ku her kes li bendê ye ku bandora xwe li ser serdana Swêdê bike, şerê navxweyî yê li Sûriyê û amadekariya êrîşeke amerîkî ya bersivdana bikaranîna çekên kîmyayî ye, ya Obama dibêje ku bi destê rêjîma sûrî bûye û ji ber wê jî xwe bo êrîşekê çekdar amade dike.  
Serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt di hevpeyivîna bi kanala radyoya Swêdê P1 re got ku helwesta Swêdê di vê pirsê de piçekî cuda ye, Swêd dixwaze ev pirsgirêk bi rêya Neteweyên Yekgirtî çareser bibe û ev mijar li gor Reinfeldt dê bêgûman bi Obama re bên şîrove kirin:
-Reinfeldt dibêje, em zanin ku nerîn û helwestên siyaseta cîhanî di pisa sûrîy e de cuda ne, di vî şerê ku di du sala nîva de berdewam kiriye bi zehmet bû bo siyaseta cîhanî ku li ser yek biryarê li hev bikin, ji ber ku Rûsiya û çîn di encûmena ewleyîy ya Neteweyên Yekgirtî de xwedan nerînên din bûn. Û em nuha di wê qonaxê de ne, gelo em ji bikaranîna çekên kîmayîyê re bêdeng bimînin yan na. Ev e ya Obama nuha li ser rawestiyaye, Reinfeldt dibêje gelek çareyên hêsan û alternatîf li ber destê Obama tune ne û di şîroveya îro de jî em dê bêgûman helwesta Swêdê bilijnd bikin.  
Mijareke din jî naskirina teknîka xwezayîparêz ya Swêdê ye – li ser vê babetê dê Barack Obama biçe enstîtûya şahî ya teknîkî, KTH.
Bûyerek ku li ser hatina Obama ya Swêdê xuyakar e, civîna G20 ya li Rûsyayê ya sibê ye. Obama dê ji Swêdê derbasî bajarê Sankt Petersburg bibe û li wir tevlî kombûna 20 welatên endûstiyê yên mezin bibe.
Obama bi awayek bi ser Swêdê re derbasî Rûsyayê dibe, lê dîsa jî gelek şewirmend di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Reinfeldt serkeftî bûye ku Obama bikşîne Swêdê. Û sedemeke hatina wî ya Swêdê jî ew e ku Swêd, li kêleka Brîtanyayê, welatê bi tenê ye ku piştgiriyeke xurt di nav YE de dide Peymana bazara azad ya navbera DYA û YE de. Şîroveger dibêjin DYA dixwaze ji ber vê yekê Swêdê mukafe bike.
Bernameya yekrojî ya serokê amerîkî, Barack Obama êvarî, bi hevdîtin û şîva bi serokdewlet û serokwezîrên welatên bakûrî re temam dibe.
http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=5635726

No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates