Pages

Ads 468x60px

22 May 2021

مەزڵوم کۆبانێ و جەنەڕاڵ مەککینز کۆ بوونەوە

 


 مەزڵوم کۆبانێ و جەنەڕاڵ مەککینز کۆ بوونەوە



▪️ Mazlum Abdî û General Kenneth McKenzie civiyan




Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (DSG) Mazlum Abdî digel Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie û Fermandarê Hêzên Hevpeyman a Şerê Dijî DAIŞê General Paul Calvert civiya. 


Abdî bi riya Twitterê keyfweşiya xwe ji civîna digel General Kenneth McKenzie û General Paul Calvert anî ziman û da zanîn ku ew li ser mijarên ewlekarî û aborî axifîne.


Abdî got: “Ez gelek bextewar bûm ku digel McKenzie ve Calvert me behsa ewlekarî û aboriyê kir. Herwiha me soza berdewamiya hebûna Hêzên Hevpeyman a Şerê Dijî DAIŞê û parastina navçeyê û garantîkirina ewlekariyê wergirt.”


Hefteya borî şandeyeke pilebilind a Amerîkayê ku ji Wezareta Derve û Koşka Spî pêk dihat serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û digel berpirsên HSDyê civiyabû. Di wê civînê de Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo rojavayê Kurdistanê tekez kiribû.


No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates