Pages

Ads 468x60px

16 May 2021

لە مێرسین تورکە رەگەزپەرەستەکان لە بنەماڵەیەکی کوردی هەولێری دەدەن ‏▪️Li bajarê Mêrsînê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbateke Hewlêrî kirin

 




لە مێرسین تورکە رەگەزپەرەستەکان لە بنەماڵەیەکی کوردی هەولێری دەدەن


‏▪️Li bajarê Mêrsînê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbateke Hewlêrî kirin

لە مێرسین تورکە رەگەزپەرەستەکان لە بنەماڵەیەکی کوردی هەولێری دەدەن

▪️Li bajarê Mêrsînê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbateke Hewlêrî kirin


Hat zanîn roja Pêncşemê piştî nîvro demjimêr di 16:00’an de, li Tirkiyeyê bajarê Mêrsînê bajarokê Bozyaziyê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbateke Kurd a Hewlêrî kirine û ji wê malbatê du kes birîndar bûne. Yek ji wan birîndaran bavê malbatê ye û rewşa wî giran e. 


Li gor ragihandina şahidhalekî bûyerê yê bi navê Cîhan Kutluk, komek nîjadperestên Tirk ku ji 4 kesan pêk dihatin pêşiya otomobîla malbateke Kurd a Hewlêrî ku bi boneya Cejna Remezanê serdana Tirkiyeyê kiribûn girtine û piştre bi tûndî êrîşê wê malbatê kirine. Nîjadperestan, kurê 12 salî yê malê û xanim û bavê malê dane û bav bi giranî birîndar bûye.


Şahidhal Cîhan Kutluk dibêje dema nîjadrperestan êrîşê malbatê dikirin, dijûn li kurdan didan û tiliyên xwe yên nîşaneya gurgeboz bilind dikirin. 


Şahidhal Cîhan Kutluk, malbata kurd digihîne cem hêzên ewlekariyê (Jendirme), bang li tîmên hawarçûnê dike û bavê malbatê yê birîndar li nexweşxaneyê tê rakirin. Herwiha ew şahidhal di derbarê bûyerê de îfade dide hêzên ewlekariyê jî. Hat zanîn hêzên ewlekariya Tirkiyeyê (Jendirme), di derheqê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Di sala 2019ê de nîjadperestên Tirk, li bajarê Trabzonê êrîşê geştiyarên herêma Kurdistanê  ku xwestibûn bi ala Kurdistanê wêne bigrin kiribûn.

No comments:

Post a Comment

 
 
Blogger Templates